Kurdolojîya Sovyetî û Oryentalîzma Kurdî
MICHIEL LEEZENBERG
JI ÎNG.: ŞIVAN KELEŞ
Destpêk
Lêkolînên li ser Kurda yên bi zimanê Rûsî, ku ji alîyê lêkolînerên ji serdema Çarîst û serdema Sovyetî ve hatine kirin, em dikarin bêjin ji nav tevkarîyên grîngtirîn in di warê Kurdolojîyê de: di sedsala 19a û behtirê sedsala 20î de weșanên lêkolînerên Rûs û yên Sovyetî yên li ser Kurda ji alîyê çendanî û çawanîyê ve jî yên herî biserketî bûn. Li jêr ez dixwazim bi kurtî bidim dû şopa dîroka lêkolînerîya Kurdî ya bi zimanê Rûsî. Bi nêrîna min ev dîrok ne tenê ji bo lêkolînerîya dîroknasîya Kurdî balkêș e, lêbelê ew pirsên din ên berfirehtir û teorîktir jî radixe holê. Bi taybetî jî ew gazî me dike ku em hinek guhertinan di angaștên sereke yên teorîya navdar a Oryentalîzma (1978) Edward Said de bikin. Ji zû de hatîye nîșandan ku angașta Said ya li ser têkilîya taybet a di navbera lêkolînerîya oryentalîst û projeyên împeryalîst de balê tenê dikișîne ser serborîyên Îngilîz û Frensîyan ên di sedsala 19a de, û Amerîka di sedsala 20î de, kêm guh dide û dibe ku yekcar jî guh nade oryentalîzma Almanî, Rûsî û Holendî, tev ku her sê jî giringîyeke wan a mezin hebû, bi taybetî di sedsala 19a de. Pirsgirêka mezintir di angașta Said de jî ew e ku di bêtirê sedsala 19a de lêkolînerîya bi zimanê Almanî bi ti projeyên kolonyalîst û ti berjewendîyên împeryalîst ve ne girêdayî bû, herwisa, oryentalîzma Rûsî jî, tev ku di destpêkê de bandora lêkolînerîya Frensî, û dû re bi awayekî mezintir bandora ya Almanî jî li ser hebû, dîsa jî zehmet e ku mirov wê wekî encama bandora împeryalîzma Frensî yan jî ya Almanî bibîne, bi taybetî ji ber ku Rûsya bi xwe jî împaratorî bû (her çiqas bi wateya xwe ya pêșnûjen be jî, wek hêzeke nûjen a împeryalîst ku bi kapîtalîzmê tê ajotin, di wateya nûjen de). […]