Puxte:
Ev gotar hewl dide ku behsa rewt û dîroka edebiyata Kurdî ya piştî îslamê bike. Hin belge bi şêweya destnûs mane ji edebiyata klasîk a Kurdî ya piştî îslamê; lê belê heta niha li ser şêwaz û janrên edebiyata klasîk xebat kêm hatine kirin. Pêwendiya edebiyata Kurdî di hin serdemên diyar de zêdetir li gel tevgerên dînî hebûye. Bawe Behlûl, Şaxweşîn û hevalên wan wek qedîmtirîn kesên ku bi Kurdî nivîsîne, heta şairên serdema Pirdîwer û pişt-Pirdîwer heta digihê şairên sedsala şazdeh û hevdeh, ji bingehdanerên dînê Yarisan bûne. Lê belê şairên wekî Elmasxanê Kenûleyî, Xanay Qubadî, Ehmedê Xanî di sedsala şazdeh û hevdehan de hin janrên din wekî Şanameya Kurdî û menzûmeyên dildariyê li edebiyata Kurdî ya klasîk zêde kirine. Kurmanciya Jorîn jî teqrîben van salan beşdarî bizava edebî ya Kurdî dibe û kesên wekî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û hwd. dest bi nivîsînê dikin. Lê belê ji ber ku vê gotarê zêdetir behsa Kurdiya navçeyên başûrê Kurdistanê ji şêwaza Goranî heta digihê edebiyata hevçerx kiriye, lewma behsa edebiyata Kurdî li Bakur nehatiye kirin. Di sertapayê vê gotarê de tê dupatkirin ku gelo helbesta klasîk yan gelêrî bandor li ser helbesta hevçerx kiriye yan na?
Peyvên sereke: Kelhûrî, wêje, klasîk, modern, Îran, Goranî, Kurdî
(ji Kelhûrî: Eyup Subaşı)