Puxte:
Dîroka xebatên Kurdî ya di serdema beriya sedsala 20mîn hatiye îhmalkirin. Dema hatiye nîqaşkirin jî, ji bo derbasî geşedanên derengtir bibin, bi çend mînakan tenê wek karekî acil hatiye dîtin. Vê rê li ber projeksiyonên anakronîk ên rewşa hemdem a vê qadê li ser rabirdûyê vekiriye. A din, boçûna gelemperî ya nepeywendkirî destûr nedaye ravekirineke rexneyî ya geşedanên vê qadê û awayê ku meyl û nirxandinên global tê de rû didin. Bi vê xebata peywendkirinê, ev gotar dixwaze geşedanên beriya sedsala 20mîn baştir bê famkirin û taybetmendiyên taybet ên bi vê geşedanên re peyda bûne tesbît bike.
Peyvên sereke: Xebatên Kurdî, Oryantalîzm, filolojî, zimanzanî, dîroka zanistê, sedsala 19mîn
(ji Îngilîzî: Fexrîya Adsay)