Puxte:
Piştî serdema modern, yanê di serdema netewe-dewletê de hin mekanên taybet an jî taybetkirî bi bîra xwe ji bo neteweyan û neteperweriyê her tim bûne xwediyê roleke sereke. Mesela di sedsala 19emîn de bi pêşketina fikra neteweperweriyê muze bûne xwediyê nasnameya neteweyî û bûne mekanên komkirin û pêşandana mîrasa neteweyî û bîranîn û honandina raborîya neteweyî. Mirov bi saya mekanên wekî muze, abîde, peyker, qebir û goristan, kitêbxaneyên neteweyî, qad, rojnivîsk, arşîv, nîgar/wêne, kitêbên bîranînê, salname, al û sirûdên neteweyî, ku di lîteraturê de jê re mekanên bîrê tên gotin, perçeyekî neteweya xwe hîs dike. Ev yek jî bi bîra kolektîf re têkildar e, ku ev bîr him têkiliya neteweyê bi raboriyê re datîne him jî vê têkiliyê didirûvîne. Bîra kolektîf di çarçoveya pêkanîna çand û dîroka neteweyî de li van mekanên bîrê tê avakirin, ji nû ve tê hilberîn û berdewamkirin. Dikare were gotin ku netewe bi saya mekanên bîrê xwe dibînin û xwe bi bîr tînin. Di vê xebatê de jî di çarçoveya mekanên bîrê de li ser neteweperweriya Kurdan hatiye rawestandin. Armanca vê xebatê ew e ku bi wesîleya mekanên wekî Gora Ehmedê Xanî ya li Bazîdê, Meydana Çarçira ya li Mehebadê û parêzgeha Helebce ya li Başûrê Kurdistanê di warê neteweperweriya Kurdan de rola mekanên bîrê binirxîne. Ji ber ku Ehmedê Xanî wekî bavê fikra neteweperweriya Kurdan, Meydana Çarçirayê wekî sembola dewletbûna Kurdan ya modern, Helebce jî wekî şûnwarê şehîdkirina/şehîdbûna Kurdan tê zanîn. Loma jî her sê mekan di avabûn û berdewamiya fikra neteweperweriya Kurdan de xwediyê cihekî girîng û taybet in.
Peyvên sereke: Mekanên bîrê, neteweperweriya Kurdan, Ehmedê Xanî, Meydana Çarçira, Helebce