Destpêk:
Civak çiqasî bikaribin nasname û aîdîyetên xwe bi awayekî zelal derxin pêş hingê dikarin bibin civakek bi rêk û pêk. Pêkan e mirov bêje, bi qasî ku meriv aîdîyeta xwe ya bi cihekî ve geş bike bîra civakî xwe ewqas nû dike, û bi kêrhatî dibe. Piştî ku sînema wekî qadeke civakî hate dîtin û şûn de em dibînin lêkolînên di vê qadê de bi analîzên li ser dîmenan ve xurt dibin. Gelek hêma û dîmenên derbarê paşerojê de ku di hişê me de ne, bi rêya sînemayê pêk hatine. Di vê çarçoveyê de ji dîmenên belgeyî, heya bi belgeyên şexsî, ji kurtefîlman heya bi fîlmên dirêj hemû fîlm bîra me çêdikin, arşîvên fîlmên ku van dîmenan diparêzin, peywireke navenda hafizaya dîmenên mirovahiyê yên sedsala 20em bi cih tînin.
Ligel ku sînema; wekî amûreke temsîlîyetê piştî hemû huneran derketiye jî, her roja diçe xwe di nava jiyana me de bêtir û xurttir dide hîskirin. Wek amûreke temsîlîyetê cihê sînemayê, çawa ku gelek pirsiyarên din jî di nava xwe de dihewîne, girîngiyeke wê ya din jî ew e ku civakan bi mirov dide naskirin û famkirin. Em jî dixwazin di vê xebata xwe de derfetên vê amûrê bi kar bînin û li ser pirsyariyên xwe lêbikolin…. (ji Tirkî: Bênav)