Puxte:
Şerefnameya Şeref Xanê (949-1009/1543-1600) mîrê Bidlîsê di salên 1005-7/1596-99 de hatiye nivîsandin û li nav berhemên herî hêja yên dîroka Kurdî de cih digire. Ji dema weşandina wê ta îro, ew bê navber hat kopîkirin; wekî din, nêzî dused sal bi ser “kişfkirina” wê û xebatên “rojhilatnasan” ên li ser wê re bihurîn. Dîsa jî, pêwîstiya gelek aliyên Şerefnameyê bi lêkolînên zêde heye, di nav wan de çavkaniyên berhemê û bikaranîna wan ji hêla Şeref Xan ve. Mebesta vê nivîsê jî ew e ku li ser vê babeta taybet lêkolîneke bikêr pêşkêş bike, ango bikeve hewla diyarkirina dîroknasên ku Şeref Xan ilhama xwe ji wan wergirtiye û, her weha, rêbaza wî û awayê bikaranîna wî ya çavkaniyan tehlîl bike.
Peyvên sereke: Dîroka Kurdan, Şerefname, dîroknûsiya Safevîyan, Bidlîs, Kurdistan
(ji Îngilîzî: Fexrîya Adsay)