Puxte:
Êvara înê ya 9ê Mijdarê, 2012, Zankoya Exeterê Navenda Xebatên Kurdî Profesor Emîr Hesenpûr vexwend da ku axaftinekê bike li ser mijara “li Iraqê lêkdanên siyasî û îdeolojîk li ser fermîkirina zimanê Kurdî.” Prof. Hesenpûr bi destnîşankirina sê bûyerên girîng ên sala 1991ê dest bi axaftina xwe kir ku wan dîmena polîtîk a zimanê Kurdî guhertibû:
- Polîtîkaya Turgut Ozalê serokkomar a rakirina qedexeya ser axaftina Kurdî, qebûlkirina veşartî di polîtîkaya dewleta Tirkan de ku hetanî wê demê polîtîkaya zimankujî û kuştina bi qest a zimanê Kurdî dimeşand.
- Şerê Emrîkayê li Iraqê û pêkhatina Hikumeta Heremî ya Kurd ku bi neşr û weşana nûbişkivî ya bi Kurdiya Soranî encam bûbû.
- Jevketina Yekîtiya Sovyetê û jiholêrabûna serbestiyê bo Kurdên Ermenistanê ku di neşr û weşanê de Kurmancî bi kar dianîn…. (ji Îngilîzî: Yusuf Eldemir)