Puxte:
Ev nivîs hewl dide, bi saya pirtûka Nuri Fırat a bi navê Aşiret ve İsyan-Batı’nın Kürt Algısı de binêre ka Kurd ji aliyê rojavayîyan çawa hatine teswîrkirin û li Rojava (Ewropa) têgihînek çawa çebûye derbarê Kurdan de. Ji pirtûka Fırat tê famkirin, ji antîkîteyê heta sedsala 21mîn berdewamiyeke bi îstiqrar heye di têgihana derbarê Kurdan de. Li gor vê têgînê, cıvata Kurdan ji eşîran pêk tê û ev asteng e li ber xwe-rêvebirinê û neteweyîbûnê. Vê têgihînê bandor kiriye li ser siyaseta hêzên rojavayî ya li Kurdistanê. Ev nivîs îdia dike, çawa ku, ji alîyê rojavayîyan ve, heta nêzî sedsala 21mîn him eşîrtî wek asteng dihat dîtin li ber neteweyîbûnê him jî ew li gor berjewendiyên wan dihat geşkirin, sedsala 21mîn de jî pirçandîtî ketiye dewsa eşîrtîyê û ew wek asteng tê dîtin li ber neteweyîbûnê. Heta bo dewama statukoyê wek hencet tê nîşandin bêyî ku şert an îmkanên bihevrejiyanê bê nîqaşkirin di bin serweriya dewleteke serbixwe.
Peyvên sereke: Eşîr, pirçandîtî, Rojavayî, siyaset, Kurd, Kurdistan