Author: Mahroo Raşidîrostamî

Ji Rojhilata Kurdistanê ye. Lîsansa xwe li Kermanşahê Zanîngeha Raziyê beşa îngilîzî de, mastera xwe jî li Zanînegha Tehranê beşa îngilîzî de xelas kiriye. Niha li Brîtanyayê Zanînge Exeterê li ser teza xwe ya doktorayê, “Kurdish Theatre: The Evolution of Theatre in Kurdistan” (Şanoya Kurdî: Li Kurdistanê Werara Şanoyê) dixebite û xebatên xwe didomîne. Email: mr316@exeter.ac.uk

Puxte: Êvara înê ya 9ê Mijdarê, 2012, Zankoya Exeterê Navenda Xebatên Kurdî Profesor Emîr Hesenpûr vexwend da ku axaftinekê bike li ser mijara “li Iraqê lêkdanên siyasî û îdeolojîk li ser fermîkirina zimanê Kurdî.” Prof. Hesenpûr bi destnîşankirina sê bûyerên girîng ên sala 1991ê dest bi axaftina xwe kir ku wan dîmena polîtîk a zimanê Kurdî guhertibû: Polîtîkaya Turgut Ozalê serokkomar a rakirina qedexeya ser axaftina Kurdî, qebûlkirina veşartî di polîtîkaya dewleta Tirkan de ku hetanî wê demê polîtîkaya zimankujî û kuştina bi qest a zimanê Kurdî dimeşand. Şerê Emrîkayê li Iraqê û pêkhatina Hikumeta Heremî ya Kurd ku bi…

Read More

Mijara vê nivîsê destpêka şanoya di şêweyê rojavayî ya li başûrê Kurdistanê ye. Nivîs rave dike ku li Kurdistanê dîroka şanoyê bi dîroka perwerdehiyê ve girêdayî ye. Ji ber çend sedemên sosyopolîtîk li Silêmaniyê derket û geş bû. Silêmanî di bin rêvebiriya Babanan de dîrokek wê xwe-îdarekirinê hebû û lewma karakterekî kurd î cuda pê re çêbûbû ku ew kir navenda çalakiyên netewperweriya kurdî. A din, li Tirkiyeyê qedexekirina ziman û çanda kurdî kir ku gelek rewşenbîr û esilzadeyên kurd ên ji Silêmaniyê vegerin malbajarê xwe ku ji bo wan ciyekî pir bêlebat û westar (inertia) bû. Yek ji gavên…

Read More

Puxte: Ev nivîs li ser pêwendiya diyalektîk a di navbera têkoşîna siyasî ya kurdan ku desthilatdariya iraqê red dikir û geşedana çanda pêşandeyê ya li Kurdistanê di salên 1970yî de, disekine. Di dehsalên borî de hunera şanoyê bûbû amraz bo dûpatkirina mijarên civakî û siyasî. Li Kurdistanê di salên ewil ên şanoyê de şanonamenûsan ji çîrokên klasîk û folklorîk û karakterên kurdî îstifade kirin da ku şanoyeke kurdî ya cuda biafirînin. Di destpêka salên 1970yî de bo banga guherînê şano hêzeke sereke ye. Piştî otonomiya 1970yî di nav atmosfera civakî-siyasî ya coşdar de dengê şanoyê her ku çû bêtir bi…

Read More