Destpêk:
Sibê ji xew radibî û plana nivîseke te heye. Ji mêj ve divê te ev kar bikira. Gelek kar hene ku divê te di dema xwe de bikirana, lêbelê te nekirin. Ji bo vê jî te planeke din betal kir. Taştê dixwî, komputerê vedikî û bîranînên xwe amade dikî. Çavek li bîranînên xwe digerînî. “Zanista vegotinê”. Ev peyv dibe sernavê nivîsîna te ku te gelek di zêhna xwe de biriye û aniye. Qet nebe du caran di zanîngehê de te dersa vê daye. Tu pir dixwazî ku vê peyvê bikî navê kitêbeke xwe û tê de hewl bidî vê têgehê bikî Kurdî û di qada vegotina Kurdî de ev têgeh tê bikaranîn, nîşan bidî. Niha tu amade yî û yekem risteyê dinivîsî: “Zanista vegotinê, teoriya nirxandina teksteke vegotinê ye ji bo destnîşankirina cihêtiyên nêrînên vegotinan.” Dîsa çavek li nivîsên xwe yên berê digerînî û hewl didî pênaseyên cihê bêtir derxî holê û di nav pênaseyê de piraniya taybetmendiya vê têgehê kurt bikî… (ji Soranî: Memê Mala Hine)