Puxte:
Di navîn û dawiya sedsala 19’an de bi tevî belavkirina hizra rewşenbîrî ya cîhanê, Hacî Qadirî Koyî ji ber sedema mayîna xwe ya li Stenbolê û aşînabûna ezmûna Ehmedê Xanî, têdigihîje ku takehêz aqil û rasyonalîzm e ku Kurd di wê rewşa duberî de ji qedera bindestî û dîndariya kevneşopî û nexwendewariyê xilas bike. Ez dixwazim di vê lêkolînê de xwendineke Heideggerî bikim ku li gor Heidegger, felsefe di destpêkê de helbest bû. Bi baweriya Heidegger helbest, felsefeyê bi piste pist vedibêje û felsefe jî helbestê bi piste pist vedibêje. Ev lêkolîn jî dixwaze nîşan bide ku Mesud Mihemed bi xwendina helbesta Hacî Qadirî Koyî çawa kariye rewanbêjiyeke zimannasî, kulturnasî, netewesazî û hizra Kurdî pêk bîne.
Peyvên sereke: helbest, hizir, Heidegger, netewesazî, hizirîn, Mesud Mihemed
(ji Soranî: Memê Mala Hine)