Destpêk: Sibê ji xew radibî û plana nivîseke te heye. Ji mêj ve divê te ev kar bikira. Gelek kar hene ku divê te di dema xwe de bikirana, lêbelê te nekirin. Ji bo vê jî te planeke din betal kir. Taştê dixwî, komputerê vedikî û bîranînên xwe amade dikî. Çavek li bîranînên xwe digerînî. “Zanista vegotinê”. Ev peyv dibe sernavê nivîsîna te ku te gelek di zêhna xwe de biriye û aniye. Qet nebe du caran di zanîngehê de te dersa vê daye. Tu pir dixwazî ku vê peyvê bikî navê kitêbeke xwe û tê de hewl bidî vê…
Author: Haşim Ahmedzade
Pûxte: Rabêja vebêjî ya modern, yanê roman û kurteçîrok, berevajî şêwazên vegotinê yên kevneşopî, mînak fabl û romans, ku li ser nerînên gelemperî û paradigmayên dîdaktîk ava dibin, ji ezmûnên takekesî û nerînên epîstemolojîk ên modern dertê. Hilatina rabêja vebêjî ya modern a kurdî li ser pêwendiya navbera rastî û honakê de mînakên hêja didin ber destê lêkolîneran. Ev gotar du honakên kurdî yên ewil ên sedsala 20mîn, kurteçîrokek û romanek, dide ber xwe û nîqaş dike ku bi şertên civakî û siyasî yên heman demê re pir nêz eleqedar in. Honakên ku bo vê xebatê hatine hilbijartin ev in:…
Eger wergêran le seretayîtirîn pênase da birîtî bêt legwasitneweyî nûsînêkî di- yarîkiraw lezmanêkewe bo zemanêkîtir, ewe her le seretawe ême legel gwasitneweyî ferhengêkîş rrûberrûyin bo naw ferhengêkî tirewe. Be watayekîtir wergêr kesêkî kewek sûjeyekî tiwana be zanînî dû ziman, derfetî pêwendîyî komellgeyekî yekzi- mane legell komellegeyekîtir lerêgayî ziman xoyewe dexalqênêt û bemcore lerêgayî zemanewe xuwênereweyî deqî wergêrdiraw debate naw dalanekanî dunyayekîtir û şêwe bînînêkîtir.1 Lêre da min ziman tenya wek amrazî pêwendî nabînim û pêçewa- ne wek helgirî barî manayî û cîhanbînî axêweranî zimaneke seyrî dekem. Ciyawaz lemzar û buwarî bas û deqî wergêrdiraw her wergêranêk şêweyî ruwanîn û bawerrî…