Puxte: Ev nivîs bi îdîaya ku sînema wek cîwar (mekan) dikare bê analîzkirin tevdigere. Cîwar, ewil di fizîkê de, tevî erdnîgarî, avahîsazî, sosyolojî, wêje û felsefeyê îmkanên jinûvexwendinê dide. Nivîs dema tê sazkirin, ew bixwe dibe binemayek û xwe dike cîwar. Peyv, wek alavên avakirinê, hêza wan a watedayîn û sazkirina xuyangê de (a tê avakirin) tê ceribandin. Bi vê riwangeyê, armanca nivîsê, di nav sînemaya kurd de wek xebateke kolandinê dikare bê binavkirin. Bo vê armancê, Veşartî (2016), fîlmê metrajdirêj a Ali Kemal Çınarê ji bakurê Kurdistanê ji aliyê ciwarê tê veçirandin. Ali Kemal Çınar bi
tercîha xwe ya bo sînemaya serbixwe heta binerdî hewl dide xwe, civaka xwe, bajarê xwe û cîhanê fam bike. Ev nivîs ceribandina duyem e di peywenda sînemaya kurd û kurdbûn li ser rûzemînê dikare çi îfade dike.
Peyvên sereke: Sînemaya kurdî, Ali Kemal Çınar, veçirandina cîwar, ‘zanist’a kolandinê.