Puxte: Armanca sereke di vê lêkolînê de şirovekirineke amarî ye di derbarê motîvên lixwekirina hîcab û guhartinekê de ku di civakê de di lixwekirina hîcabê de bûye diyarde. Ji ber ku em bizanibin ku pêwendiya wê bi civak û ol re çi ye? Di wê lêkolînê de metoda çendayetî hatiye bikaranîn. Di komkirina zanyariyan de jî me pişta xwe daye pirsan. Awayê nimûneyê lêkolînê, nimûneya random a çînî û civata lêkolînê jî fakulteya adab-zanîngeha Soran e. 56 kes di lêkolînê de beşdar in, ku 4 ji wan zewicîne û 11 jî hîn nezewicîne û xelkê gund in. Her wiha di nav beşdarên şêniyê bajêr ji 7 kesên zewicî û 34 kesên nezewicî hene. Zanyarî bi programa SPSS hatiye şirovekirin. Encamên bidestketî derdixe holê ku motîvên lixwekirina hîcabê di nav jinên zewicî de, motîvê olî, hewldana bo razîkirina Xwedê û moda ye, lê motîvên din ku karîgerî li lixwekirina hîcabê di nav kesên nezewicî de hene, malbat, dab û nerît û adetkirin e. Her wiha motîvên herî bi hêz li ba jinên şêniyên gund ji bo lixwekirina hîcabê, razîkirina Xwedê ye, a duyem jî motîva modayê ye, lê belê ji motîvên din bêtir ne li pêş in. Li ba jinên şêniyê bajêr motîv curbicur in. Ligel ku motîvên olî li pêş e, pişt re jî motîva modayê heye, lê hin motîvên din hene ku jinên gunda bala xwe nedanê. Mînak motîvên dab û nerît, hevaltî, malbat û motîvên bi armanca zewacê.
Peyvên sereke: hîcab, ola îslamê, malbat, nerît, moda, motîv.