Destpêk
Di vê nivîsê de, ez li ser çendîn nivîsên nekişifkirî yên rewşenbîrên kurd di rojnameya osmanî Tercüman-ı Hakikatê ya sala 1880 disekinim. Nivîsên rewşenbîrên kurd ên dawiya sedsala 19mîn resmekî îstisnaî yê tirs û hêviyên wan pêşkêşî me dike û her wiha pencereyekê vedike bo têgihiştina hişmendiya kurdên misilman. Ev nivîs hewldanên rewşenbîrên kurd ên bo dawa hebûna xwe ya esasî (primordial) ya wek neteweyeke cuda bin xêz dikin. Ev nivîsên nadir wek çavkaniyeke yekta xizmetê dikin bo têgihiştina şert û mercên siyasî yên di dewra serhildana Şêx Ubeydulah de…..