Puxte: Di jiyana rojane de belkî em gelek caran ji PKKyiyan an jî ji kesên derdora PKKê gotinên weke heval, yoğunlaşma (lêhûrbûn), netleşme (zelalbûn), önderlik (rêbertî), serokatî, halk gerçekliği (rastiya gel), înisiyatif, demokratikleşme (demokratîzebûn), halklar (weke Ortadoğu halkları, Tirkiye halkları), ajanlaştırma (sixûrkirin), rihê şoreşgerî (devrimci ruh) û gelek peyvên din dibihîzin û gava ku em van gotinan ji kurdekî/kurdekê bibihîzin, em dikarin bibêjin ew PKKyî ye an jî nêzîkî PKKê ye. Ev gotinên ku ji aliyê PKKê/PKKyiyan ve hatine taybetkirin û ‘îstîmlaqkirin’ (piraniya van gotinan ji aliyê kurdan ve êdî weke ‘milkê’ PKKê/PKKyiyan tê dîtin), bi me didin nîşan ku PKK/PKKyî xwediyê ziman, şêwe û retorîkeke taybet û hevpar in. Yanê ev gotinên ‘bijartî’ ji bo diyarbûn û eşkerebûna PKKyiyan peywira nîşaneyê bicih tînin. PKKyî ji ber fikr û îdeolojiya PKKê, bi retorîka wan ji ber “exlaqê partiyê/uslûba partiyê (PKKê)” van heman gotinan û van gotinan jî bi şêwe û retorîkeke hevpar bikartînin. Armanca vê xebatê jî ew e ku sedem û encamên vî ziman û vê retorîka PKKyiyan binirxîne. Ev xebat wê li ser bersiva pirsa “PKKyî retorîkeke çawa û ji bo çi bikartînin?” bisekine. Ev jî wê di binê du beşan de were kirin. Ya pêşîn wê li ser analîza têkiliya ziman/gotin/retorîk û îdeolojiyê be, ya din jî wê li ser nirxandina retorîka hevpar a PKKê be. Di beşa duyem de jî 3 binbeş hene, ku yek ji wan bi kurtasî be jî wek rêxistineke sosyo-psîkolojîk li ser PKKê radiweste; ya duyem di warê biyanîbûn, hegemonya, tundiya sembolîk û oto-kontrolê de analîza retorîka hevpar a PKKê dike; ya dawîn jî di warê subjebûn-objebûn, rewakirin û amûra deşîfrekirinê de behsa vê retorîkê dike. Her wiha divê were zanîn ku ev nirxandin tenê bi kurdan, bi taybetî jî bi kurdên Bakurê Kurdistanê sînorkirî ye.
Peyvên sereke: PKK, ziman, retorîk, hevpar, îdeolojî