Destpêk: Piştî Yekem Şerê Cîhanê, wek ‘normeke rewa ya navneteweyî’ netewe-dewlet ketin dewsa împeretoriyan. Di serdema netewe û netewe-dewletan de, xerîteya Rojhilata Navîn jî ji nû ve hate çêkirin. Piştî Şer li Rojhilata Navîn hewesa neteweperwerên kurd, ku diçe heta dawiya sedsala nozdemîn,3 binetewe-dewletek biencam nebû. Kurd ku ji sedsala şanzdehan ve heta destpêka sedsala bîstemîn4 li herêmên ser sînorên Îrana safewî û û Împeretoriya Osmanî ve jiyane, vê carê bûn kêmareke etno-lîngûîstîk li herêmên ser sînorên netewe-dewletên Rojhilata Navîn ên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyeyê. Erdnîgariya siyasî ya nû dihate wê wateyê ku ew ê ji ber van netewe-dewletan ve di bin venêrînê de bin. Her çiqas kurd bi ser neketin ku bibin xwedî dewlet jî, ev nayê wê wateyê ku di pêvajoya diyarkirina tixûbên netewe-dewletan de pasîf bûn. Di lihevkirina dawîn a li ser sînorê Tirkiye û Îranê de weqayek berbiçav a kirdebûna kurdan tê dîtin di pevguherandina axê ya navbera Tirkiye û Îranê de da ku li Çiyayê Agiriyê ‘belaya eşqiyayên’ kurd bi carekê ve bên tunekirin….
Previous ArticleGuftûgoyên Perrîdankan/CIWANMERD KULEK
Next Article Hesen Zîrek, Hesen Zîrek Nebû!/MESÛD BÎNENDE
Metin Yüksel
Li Tirkiyeyê Zanîngeha Hacettepeyê Beşa Zanistên Polîtîk û Rêvebiriya Giştî de doçentê alîkar e. Doktoraya xwe ji Zanîngeha Chicagoyê ji Beşa Ziman û Şaristaniyên Rojhilata Nêz di sala 2011ê de wergirtiye. Xebatên wî di kovarên International Journal of Turkish Studies, Mid- dle Eastern Studies, e Muslim World, Journal of Postcolonial Writing û Ira- nian Studies de hatine weşandin. Pirtûka wî Kurdolojî û Malbata Celîlan: Hevpeyvîn Bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl Ra (2014) ji nav weşanên Avestayê derketiye. Edirne Sükutunun İç Yüzü (2009) û Bobinin Hatası (2011) yên Kamûran Alî Bedirxan û Celadet Alî Bedirxan bo tirkiya nûjen amade kirine. Email: yukselmetin1@gmail.com