Destpêk
Gava nivîskar pirtûka xwe diqedîne, jê we ye peywir û berpirsiyariya wî jî diqede
û êdî tenê dimîne wek xwendevanekî berhema xwe. Konforeke xweş e ku “êdî ne ez lê
berhema min diaxive.” Û her nivîskar di aliyekî hişê xwe de bi vê dizane ku berhema
wî ji wî baqiltir e û bi tiştên ku ew nizane jî dizane. Lewma gelek caran xwendevanên
wî ji wî bêtir mane û şîroveyan jê derdixin. Heta ku analîzek yan nirxandineke li ser
wê, çê an xerab, cardî peywir û berpirsiyariya wî a wek berhemhênerê wê têxe bîra
wî, bo nivîskar ew berhem heçku ji zû de xwedî xweseriyeke mutleq e. Nivîsa kek
BurhanTek a bi navê “Perrîdankên Li Ser Pênûsa Min” (Zarema, hejmar 7), ku derbarê
Defterên Perrîdankan de nivîsîbû, ronî da ser bendê sermedî ê di navbera nivîskar
û berhema wî de mohrkirî û pêşan da ku beza pisîkê heta kadînê ye….