Puxte: Analîza binemaya berhemên zargotinê û venêrîna hêmanên wan yên navmetnî û herwisa kişfkirina nimûneyên li gor wan, dibe sedema têgihîştineke baştir ji zatê edebiyatê û dikare alîkariya geşedana nimûneyên analîzê, ji bo cûreyên din yên edebî jî bike. Di vê lêkolînê de beytên Seydewan weke nimûneyeke taybet ji çîrokên kurdî yên folklor li gor nimûneya binemayê tê tehlîlkirin. Hedefa vê lêkolînê nasandina zargotina Kurdistanê û venêrîn û tehlîla çarçoweya berhemê li gor nasyartirîn nimûneyên binemayê ne. Rêbaza lêkolînê pirtûkxaneyî û tehlîlî ye û nîşan dide ku bi riya lêkolîna binemaya berhemê em dikarin dinyaya wateyî ya metnê têbigihêjin.
Peyvên sereke: Edebiyata kurdî, zargotina Kurdî, tehlîla binemayî, Seydewan