Destpêk: Hisên û Alan, piştî têkbirina Sedam li Başûrê Kurdistanê dixwazin fîlmekî li ser Enfalê çêbikin. Gelek zehmetî li pêşberî wan in, pirsa sereke jî peydekirina aktrîstekê ye. Hewldanên wan, bi hatina Sînor re vediguheze. Lê pismamê wê Hîwa û apê wê Hamid nahêlin Sînor di fîlm de bilîze. Sînor ji bo ku di fîlm de bilîze daxwaza zeweca bi Hîwa re qebûl dike.
Dest bi fîlma Enfalê dikin, lê di paşxana kêşanê de kêşe û astengiyên wan her didomin. Perê wan diqede, Hisên û Alan ji bo kêşana fîlm di lêgerînê de ne. Di hemû sehneyên ku Sînor tê de dilîze, destgirtiyê wê Hîwa li seta fîlm e, bi çavnebarî daxilî
nava fîlm dibe. Di fînala Enfalê de Hîwa tê seta fîlm û dixwaze Hisên bikuje. Hisên birîndar dibe, lê fîlma Enfalê nîvco dimîne, heta, Hisên ji bo ku kêşana Enfalê biqedîne, pêşniyaza lihevhatinê dipejirîne… fîlma Enfalê diqede, lê heta dawî jî kêşeyên sînemaya Kurdî di “Bîranînên Li Ser Kevirî” de naqedin…