Puxte: Vê gotarê, pirtûka J. M. Coetzee ya bi navê Düşman (Foe) kiriye navenda xwe û bi riya sê berhemên din hatiye nîqaşkirin. Ev, Hay Bîn Yakzana Ibn Tufeyl û Ibn Sîna, Robinson Crusoya Daniel Defoe, Cuma ya da Pasifik Arafı (Vendredi ou les limbes du pacifique) ya Michel Tournier in. Girîngiya Hay Bin Yakzan ew e ku bo Robinson Crusoya Daniel Defoe bûye çavkanî. Robinson Cruso jî bo Cuma ya da Pasifik Arafıya Michel Tournier û Düşmana J. M. Coetzee bûye çavkanî. Coetzee di berhema xwe de hewl dide bi çavê jinekê li serpêhatiya giravê ya di her sê berheman de binere. Dipirse bê bo çi di dîroka wêjeyê de jin ji giravê hatiye sirgûnkirin. Metafora navbera Cumaya Tournier û karaktera xwe ya jin dinivîsîne. Dema vê dike, Defoe û karaktera xwe ya jin bi hev re dide nîqaşkirin û tunebûna jinan ya di dîroka wêjeyê de û serdestiya mêran tê problematîzekirin.
Peyvên sereke: Jin, dîrok, çarenûs, bêdengî.