Berfîn Emektar, di 1979an de li navçeya Çewlikê Gêxî (Kiğı) hate dinyayê. Di 3 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Îzmîrê dike. Di sala 1993an de li NÇMya Îzmîrê di perwerdehiya beşa zarokan de tev li atolyeyan dibe. Di 1996an de li heman cihî dest bi perwerdeya şanoyê dike. Heta 2003an li NÇMya Îzmîrê di koma Şanoya Hêvî de û ji 2003yan şûn de jî, li NÇMya Stenbolê di Koma Teatra Jiyana Nû de cî digire. Ji 2005an heta 2010an di hin bernameyên TVyan de weke pêşkeşvan xebitî. Ji 2010an vir de li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikvaniyê dike û di performansa “Şanoya Jixweberiyê” de dilîze. Di şanoya “Jinên Çaverê” de, ku şanoya Başûr e, jî weke lîstikvan cih girtiye. Ji bo şanonameya Zana Mazak “Don Kîşot- Serpêhatiya Kurdistanê” bi derhêneriya Ferhat Keskîn re haziriya wê dike.
– Çetoyê Zêdo: Tu dikarî qala destpêka şanogeriya xwe bikî?
– Berfîn Emektar: Bi çûyina min a NÇMya Îzmîrê û pê re nasîna min ya şanoyê dest pê kir. Min hewl da ku ez di beşa şanoyê de perwerde bibim. Û bi vêya ve girêdayî li gor min ya herî girîng jî li metropoleke Tirkiyeyê di nav wê asîmîlasyona salên 90î de li ser çand û zimanê kurdî pêk dihat, me bi zimanê xwe şano dikir. Ev ji bo min tiştê herî zehmet û bi wate bû. Her çiqas me baş bi zimanê….