Puxte:
Berhemên wêjeyî di nav şerd û mercên dinya me de tên hilberandin û dibin awayekî avakirina hegemoniya beranber. ji berhemên di girtîgehên Tirki- yeyê de ji aliyê kevne-gêrilayan hatine nivîsandin, ên bi kurdî ji ber bandora zimên bêtir xwemalî û bi xwendevanên xwe re dikarin pêwendiyeke xurt saz bikin, lewma di avakirina hegemoniya beranber de xwedî rolekê ne û bi dengekî xurttir xitabî civakê dikin. Lê ên bi tirkî bandora zimanekî biyanî û her wiha nerîneke biyanî jî di xwe de dihewînin, ji ber vê bi civaka kurd re pêwendiyeke wan a xurt xuya nake. Li vir ziman bi xwe wek amrazeke sere- ke ya midaxelekirina bo rewşa çandî û siyasî derdikeve pêş.
Peyvên sereke: hegemonî, gêrîla, girtîgeh, kurdî, tirkî.