NIVÎSKAR
Di sala 1981ê de li Hewlêrê hatiye dinyayê. Qonaxekanî xwêndinî seretayî û nawendî û amadeyî le şarî Hewlêr tewaw kirduwe. Le sallî 2001 le beşî ziman û edebî kurdî/ kolêjî ziman/ zanikoyi Selahedidîn werdegîrê û le sallî 2005 tewawî deka û birwanameyi bekaloriyos le ziman û edebî kurdî werdegrê. Le sallî 2005 yekem gutarî xoyi le govarî (rraman) billaw dekatewe. Le sallî 2013 birrwanameyi master le janrî romanî kurdî le zanikoyi silêmanî be dest dehênêt. Em kitêbaneyi billawkrdotewe. Berhemên wî; Suriyalîzim le Edebî Niwêyi Kurdî da, Le Medreseyi Nalîda, Twêjînewe le Şî'rî Nalî da, Sereta Diyalog Hebû, Tekinîkî Fredengî le Romanî Kurdî da. Email: heme-mentik@yahoo.com1 Articles
Albert Chinualumogu Achebe, (1930- 2013) Romanûs, helbestvan, profesor û rexnegirê Nîjeryayî ye ku bêtir bi navê Chinua Achebe hatiye naskirin. Berhema wî ya herî zêde tê naskirin Things Fall Apart (1958) e di heman demê de pirtûka wî ya yekem e. Berhemên wî yên din: No Longer at Ease (1960), Arrow of God (1964), A Man of the People (1966) ve Anthills of the Savannah (1987) e. Pirtûkê xwe bi zimanê îngilîzî nivîsandiye. Ji ber ku sala 1975an de di konferansa xwe ya bi navê An Image of Africa: Racism in Conrad’s “Heart of Darkness” de wek “nîjadperestê naletî” qala Joseph Conrad kiribû bûbû mijara gelek nîqaşan.1 Articles
Li Zanîngeha Amsterdamê bernameya masterê ya “Di Cîhana Modern de Islam” ders dide. Sala 2001ê de Felsefeya Islamê: Dîrok (bi zimanê Holandî) weşand ku hêjatirîn pirtûka felsefeyê bi zimanê Holandî ya salê hat hilbijartin bo xelata kûpaya Socrates. Xebatên wî yên niha li ser cîhana Islamî ya modern in, dîrok û felsefeya mirovatîyê û meseleya Kurd. Di çendîn zanîngeh, think-tank û enstîtuyên siyasetçêker de wek mêvan ders daye. Bi awayekî rêkûpêk tevkarîya beşa Books a rojnameya netewefireh NRC Handelsblad dike. Email: m.m.leezenberg@uva.nl1 Articles
Lîsansa xwe ji Zanîngeha Kurdistanê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî, mastera xwe ji Zanîngeha Azad a Tehranê Beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirtiye. Di navbera 2005-2008an de li Zanîngeha Peyma Nûr a li Merîwanê mamosteya zimanê îngilîzî bû. Doktoraya xwe jî li Çînê xilas kiriye. Şanonameya Antigone ji îngilîzî bo kurdî wergerandiye.1 Articles
Di sala 1982 de li Rojhilat bajarê Bane hatîye dinyê. Di felsefeyê de master (M.A.) kirîye. Niha li zanîngeha George August Göttingenê xwêndkarê doktorayê ye. Têza xwe ya derbarê pêşketina “Geşbûna Tesewufê li Herêma Zagrosê (The Development of Sufism in the Zagros Region)” amade dike. Li başûrê Kurdistanê Zanîngeha Soranê wek wanebêj kar dike. Di sala 2015a de digel hevalên xwe li Almanyayê Enstîtuya IISKS damezrandîye (www.iisks.com). Email: rojfateh@yahoo.com1 Articles
Ji Sinê ye, ji helbestkarên nûxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê ye û karê rojnamevaniyê dike. Cemal pirtûkeke helbestan a bi navê Eksêkî Tewaw Qed le Mirdnimçap kiriye û berpirsê beşa kurdî ya rojnameya Sîrwan e.1 Articles
Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê xilas kiriye. Li Almanyayê Zanîngeha Kolnê di beşa aboriya giştî de lîsans xwend. Mastera xwe li heman zanîngehê liser siyaseta pere ya Banka Navend a Ewropayê nivîsand. Doktoraya xwe li Zanîngeha Kolnê di Zanista Siyasî ya berawirdkî de derbarê pevçûnên etnîk ên li welatê Bask û Kurdistanê de kir. Wek lêkolînerê mêvan li Norwecê ma. Piştî ku serdemeke li Îngilîstanê, di beşa sosyolojîya zanîngeha Wanê de ders da. Xebatên wî liser neteweperwerî, etnîsîte û pevçûnên etnîk didome. Email: sharohurri@yahoo.de1 Articles