Author: Eyyûb Kerîmî

Di sala 1972 de li bajarê Mahabadê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navendî li Mahabadê xwend. Master û doktoraya xwe li Tehranê ji felsefeya sîyasî wergirtîye. 15 salan li Tehranê li navenda lêkolînan xebitî; li zanîngehên Tehran û Goran û Yasûj ders da. Ji 2016a vir de li başûrê Kurdistanê li zanînegha Soran ders dide. Edîtorê Journal of Middle Eastern Research (JMER) e. Email: eyyub.kerimi.soran@gmail.com

 Puxte: Ji têgeha îdeolojîyê mebesta me awayekî nivîsbarîya civakî-çandî (sociocultural software) ye ku em jê re dibên “rêalîte”. Di vê nivîsarê de binyada îdeolojîyeke li Kurdistanê bibandor e, bi taybetî di nav bijarteyên polîtik de, bi têgehên wekî rexneya îdeolojîyê, bi taybetî nîşandêr, ser-nîşandêr û xalên lengerker (Fr. “point de capiton”, Îng. “anchoring points”) hatine nîqaşkirin. Lê teorîya rexneya îdeolojîyê bi derdîrokîbûnê (ahistorical) û bi kêmasîya nasîna/teşxîskirina hêmanên cuda yên ideolojîyeka dîyar hatîye rexnekirin. Di vê nivîsarê de hêmanên cuda yên îdeolojîya Kurdayetîyê li gorî serdemên dîrokî yên Kurdistanê û dinyayê hatîne nîqaşkirin. Wisa hatîye encamkirin ku îdeolojîya Kurdayatîyê, berevajî…

Read More