Author: Fexriya Adsay

Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike. Email: fadsay021@gmail.com

Helbestvan Mueyed Teyib di sala 1957an de li Dihokê ji dayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de dest bi fakûlteya Hiqûqê ya zankoya Bexdaye kir. Di radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di van salan de wek helbestvan hat naskirin. Di sala 1982an de ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û beşdarî şoreşê bû û bû pêşmerge. Di 1983an de li Swedê bi cih bû. Di kovara Erbenaggê de xebitî û demek bi şûn de bû sernivîskarê kovarê. Di 1996an de vegeriya Kurdistanê. Di sala 2002an de weşanxaneya Spîrêz…

Read More

Puxte: Rabêja neteweperwer dema ku xwe saz dike bi qasî ku li hemberî derve, êdinê xwe terîf dike, hundirê “xwe” jî ji nû ve terîf dike. Yek ji van terîfên hundirîn, a derbarê zayendên civakî de ye. Li gor terîfa nû dabeşkirina rolan û peywirên civakî tên destnîşankirin. Di rabêja neteweperwer a kovara Hawarê de dabeşkirina rolan bi piranî li ser hîmên kevneşopî yên malbatî hatiye kirin. Welat bi teswîrên hezkirî an keçeke bedew ku xîtabî hestên erotîk ên mêran dikin hatiye erotîzekirin an wek dayik û xweh hatiye teswîrkirin ku xîtabî berpirsiyariyên mêran ên malbatî bikin. Bi vî awayî…

Read More

Puxte: Berhemên wêjeyî di nav şerd û mercên dinya me de tên hilberandin û dibin awayekî avakirina hegemoniya beranber. ji berhemên di girtîgehên Tirki- yeyê de ji aliyê kevne-gêrilayan hatine nivîsandin, ên bi kurdî ji ber bandora zimên bêtir xwemalî û bi xwendevanên xwe re dikarin pêwendiyeke xurt saz bikin, lewma di avakirina hegemoniya beranber de xwedî rolekê ne û bi dengekî xurttir xitabî civakê dikin. Lê ên bi tirkî bandora zimanekî biyanî û her wiha nerîneke biyanî jî di xwe de dihewînin, ji ber vê bi civaka kurd re pêwendiyeke wan a xurt xuya nake. Li vir ziman bi…

Read More

“Elbet ez ê xwe bi awayekî teng di nav girêdana civatekê de (partîkularîzm) binax nekim. Lê qet niyeta min tuneye ku ez xwe di rêya gerdûnîtiye- ke xumamî, bêşikl û şemal de jî winda bikim.” Aimé Césaire Puxte: Di pêvajoya mêtinsaziyê de, ligel amûrên şidetê, wêje jî tê de bi zanebûn an bêzanebûn hemû şaxên çandê tên bikaranîn. Di nav civakeke mêtinkirî de jî asayî ye ku wêje û rexneyek dijmêtinger zîl bide. Di wêjeya kurdî de çîroka “Pirça winda” yek ji wan mînakan e ku li dij rabêja mêtinger radibe, wê bero- vajî dike. Ev nivîs bi rêya xwendineke…

Read More

Nivîskarek dema hê nivîsa xwe di serê xwe de disêwirîne, di serê wê/wî de pirsên çi, çawa, çima û ji bo kê dinivîsîne diçin û tên. Bersiva van pirsan li gorî dem, civak an kesan her daîm di nav veguherînekê de ye ku ewqas awayên vegotinê û cureyên nivîsê hene û wê hebin. Bersiv gelek caran bi giştî bi epîstemolojî û paradîgmaya serdema nivîskar re girêdayî ne. Piştî van diyarkerên bingehîn peywenda siyasî, aborî, çînî, civakî û çandî ya ni- vîskar di şêwe û naveroka nivîsê de xwedî bandor in. Lewma asayî ye ku peywendiyek di navbera berhemên wêjeyî, siyaset…

Read More