Author: Fexriya Adsay

Li Dêrika Mêrdînê hatiye dinyayê. Lîsansa xwe li Enqerêyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) de beşa dîrokê de qedandiye. Li Zanîngeha Dicleyê ya Diyarbekirê di beşa sosyolojiyê û li Zanîngeha Mêrdînê ya Artukluyê di beşa Ziman û wêjeya Kurdî de master kiriye. Pirtûka wê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları sala 2014an de ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve hatiye çapkirin. Ji îngilîzî bo tirkî û kurdî wergeran dike. Email: fadsay021@gmail.com

Di pirtûkê de ligel hemalîya Kurdan, yek ji babetên bêtir derdikevin pêş destnîşankirina newekhevîya navbera Kurd û Tirka, tahakuma îdeolojîk a li ser Kurda û encama vê tahakumê li ser hişmendî û awayê fikirîna wan e. Girêdayî vê destnîşankirinê jî peşnîyaz an çareserîyên bo têkbirina vê newekhevî û tahakum, û dekolonîzekirina hiş û nasnameya Kurd jî beşeke grîng a pirtûkê pêk tînin. Bilici dema rêya çareserîya sîyasî û rewşenbîrî pêşkêş dike fikra neteweperwerîyê mehkûm dike, û ji dêvla wê fikra heqperestîyê pêşnîyaz dike û derdixe pêş. Armanca vê nivîsê jî ji danasîna naveroka pirtûkê bêtir wê nîqaşkirina van herdu têgehan…

Read More

Puxte: Têkelbûna rastîyên jîyanê li gel kevneşopîyan, bawerî û xeyalên  ji hed-derbaskirî yên xelkên devera Karayîbê, ku pêkhateyek bû ji bawerîyên koleyên reş ên Efrîqayê li gel çermsorên berî Kolomb, bû sedema peydabûna şêwaza realîzma efsûnî. Lê belê ji ber mensûbbûna vê dibistanê bi Amerîkaya Latîn û Gabriel Garcia Marquez, çênabe ku ev şêwaz tenê taybet bi vê deverê bê zanîn; ji ber ku hin goşe ji rehên ewil ên vê şêwazê divê di nav edebîyata rojhilat de bo nimûne di edebîyata herêmî ya Îranê de lêgerîn lê bê kirin. Di heman çarçoveyê de Hinara Dawî ya Dinyayê yek ji…

Read More

Selahattin Demirtaş û Seher an Sîyaset û Seher FEXRÎYA ADSAY Sehera Selahattin Demirtaş, ji ber nasnameya nivîskarê wê ya sîyasî, peywenda sîyasî û cîvakî ya li Tirkîye û Kurdistanê û helbet elaqeya xwîneran bo wê, xwe li ser mirov ferz dike ku mirov derbarê wê de binivîsîne. Seher, dîsa ji ber nivîskarê wê, ku hevserokê mezintirîn partîya legal a Kurdên bakurî ye, ger elaqeyeke ewqas mezin nedîtiba jî heq dikir li ser bê sekinandin. Sedemên populerîteya wê an himbêzkirina wê ji alîyê girseyeke mezin (dema ev nivîs hat nivîsandin ji 130 hezar hebî zêdetir hatibû firotin) bêtir hewce dike…

Read More

 Bibîrxistinên Evrim Alataş Çi li ber me Dixin? FEXRÎYA ADSAY Dibe ku careke din wext hatibe em li dû xwe binêrin û çav li rabirdûyê bigerînin. Îro em çiqas li ser ‘îro û pêşeroj’a xwe li hev nekin, ewqas pêwîst dibe em li dû xwe vegerin. Ma kîjan pirsgirêk an nîqaşên îro dikare ji hegemonyaya rabirdûyê xilas bibe.  Em çiqas jê dûr bisekinin, nexwazin wê bibînin jî, wê hukmê xwe li ser îro danîye ji zû ve. Wer xuyaye, em heta hesabê xwe yî bi dîrokê re nebînin, mejîyê me wê zelal nebe an belkî em ê nizanibin ka em…

Read More

Îbrehîm Xelîl Baran, dixwazim ewil pirsa dewletê bikim, tu dibêjî em ê demeke nêz de ji bêdewletbûnê xilas bibin? Nîqaşên niha yên derbarê referanduma li başûr û dewletbûnê didin xuyakirin ku em, Kurd dikarin wek neteweyên din qedera xwe têxin deste xwe? Dirêj û pahn nekim û bêjim, belê em Kurd jî di vê nêzîkayîyê de wê bibin xwedî dewletekê. Lê ew dewlet; çûk an mezin, wê çiqas têr me bike nizanim. Kurd wê êdî ne bêdewlet bin, lê ji Kurda pareke biçûk wê di fiîliyatê de, bi rastî xwediyê dewletê bin; yên din jî qet nebe bi mecazî. Weke…

Read More

Puxte: Ev nivîs hewl dide, bi saya pirtûka Nuri Fırat a bi navê Aşiret ve İsyan-Batı’nın Kürt Algısı de binêre ka Kurd ji aliyê rojavayîyan çawa hatine teswîrkirin û li Rojava (Ewropa) têgihînek çawa çebûye derbarê Kurdan de. Ji pirtûka Fırat tê famkirin, ji antîkîteyê heta sedsala 21mîn berdewamiyeke bi îstiqrar heye di têgihana derbarê Kurdan de. Li gor vê têgînê, cıvata Kurdan ji eşîran pêk tê û ev asteng e li ber xwe-rêvebirinê û neteweyîbûnê. Vê têgihînê bandor kiriye li ser siyaseta hêzên rojavayî ya li Kurdistanê. Ev nivîs îdia dike, çawa ku, ji alîyê rojavayîyan ve, heta nêzî…

Read More

Zeynel Doğan wek sînemagerekî ku li Amedê dest bi sînemayê kiriye, berhem afirandine û niha li şaredariyê di beşa sînemayê de dixebite û wek endamekî lijneya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li Amedê yek ji berpirsên pêşîn ê kar û xebatên warê sînemayê de ye. Lewma nêrînên wî û tiştên wê ji me re bêje, bo me girîng bû û lazim bû pê re hevpeyvînek dirêj bihata çêkirin. Me bi giştî derbarê sînemaya kurdî de pê re sohbeteke dûr û dirêj kir. – Tu yek ji endamên lijneya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn î. Tu dikarî hinek qala xebatên akademiyê…

Read More

Puxte: Sala 2016 sedemîn salvegera peymana Sykes-Picot e ku sed sal berê Kurdistan kiribû çar parçe.Sed sal şûn de digel ku Sykes-Picot tu hukmê wê nemaye û derfetên dizayneke nû li ber deriyê Kurdan e, gelo Kurd çiqas amade ne berê qedera xwe biguherînin? Ger em ji bo Bakurê Kurdistanê bipeyivin, digel ku kurd ev ji sî salî zêdetir şer dikin, ji aliyê epîstemolojîk û siyasî ve ne amade ne qedera bi Sykes-Picot hatibû xêzkirin berovajî bikin. Giranî û nîqaş her dem li ser şerê çekdar bûye. Ji ber ku ji bo rizgarkirina bîr û hişmendiya civakê ku bi salan…

Read More

Rojen Barnas wek şairekî kurd ku di sala 1964an de dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye, li bakur yek ji pêşengên wêjeya kurdî ya modern a serdema komarê ye. Ji bilî helbestê (Kadiz, [ên di navbera 1979-1995an de çap bûyî jî tê de] Nûbihar, 2013), bi kurteçîrok (Hingê, [Nûdem, 1997] Nûbihar, 2014), bi nivîsên xwe yên lêkolînî, fikr û ramanî (Bi Kurmanciya Gewr, [Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 2005] Nûbihar, 2014), Farqîn (Nûbihar, 2013) di lîteratura kurdî de ciyekî wî yê girîng heye. Tevî  Mamoste Malmîsanij, li bakur piştî bêdengiyeke kûr û dirêj a çend dehsalan, sî û heft sal berê…

Read More

Seywan Seîdiyan Di sala 1972an de li Mahabadê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî û kotayî li Mahabadê xilas kiriye. Ji sala 1995an pê ve bi awayekî domdarî xebatên xwe yên hunerî berdewam dike. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehran, Sine, Bokanê dît. Piştre li koleja hunerê ya zankoya Silêmanî, beşa wênesaziyê xwend. 14 pêşangehên wêne û fotografê bi takekesî wî li Tehran, Mahabad, Sine, Qezwîn, Silêmanî û Hewlêr çêkiriye. Çend pêşnûmayên performans, hunera çemkî bi rê ve biriye. Bûye rêveberê hunerî û dîzaynê yê 4 fîlmên sînemayî û belgenameyî. Bi xwe jî kurtefîlmek bi navê ev sêva ku…

Read More