Nivîskarek dema hê nivîsa xwe di serê xwe de disêwirîne, di serê wê/wî de pirsên çi, çawa, çima û ji bo kê dinivîsîne diçin û tên. Bersiva van pirsan li gorî dem, civak an kesan her daîm di nav veguherînekê de ye ku ewqas awayên vegotinê û cureyên nivîsê hene û wê hebin. Bersiv gelek caran bi giştî bi epîstemolojî û paradîgmaya serdema nivîskar re girêdayî ne. Piştî van diyarkerên bingehîn peywenda siyasî, aborî, çînî, civakî û çandî ya ni- vîskar di şêwe û naveroka nivîsê de xwedî bandor in. Lewma asayî ye ku peywendiyek di navbera berhemên wêjeyî, siyaset û civakê de hebe an em gelek caran wan wek rengvedanek civakî bibînin. Lê ev rengvedana civakî ya di wêjeyê de ne hêmanek neguher e û li gor serdeman an civakan qels an xurt dibe.
Ger em ji bo wêjeya kurdî bipeyivin, di wêjeya kurdî de dengekî xurt ê civakî heye. Wêje bi dengê civakî, wek yek ji awayên îfadekirin û hilberan- dina rabêjekê, ji bo îddiayên siyasî an civakî dibe amrazek. Gelek caran, her çiqas berovajiya wê jî rast be, “piştgiriya lêpirsîna desthilatdariyê û pergala civakî” dike û dibe amraza “xwestina tiştên nû”. Fredric Jameson ev rewş wek alegoriya netewî bi nav kiribû…..