Helbestvan Mueyed Teyib di sala 1957an de li Dihokê ji dayîk bû. Ji dibistana seretayî heya lîseyê li Dihokê xwend. Di sala 1978an de dest bi fakûlteya Hiqûqê ya zankoya Bexdaye kir. Di radyoya Kurdî û heftenameya Hawkarî de xebitî. Di van salan de wek helbestvan hat naskirin. Di sala 1982an de ji ber gefên rejîmê dev ji xwendina xwe berda û beşdarî şoreşê bû û bû pêşmerge. Di 1983an de li Swedê bi cih bû. Di kovara Erbenaggê de xebitî û demek bi şûn de bû sernivîskarê kovarê. Di 1996an de vegeriya Kurdistanê. Di sala 2002an de weşanxaneya Spîrêz ava kir. Di sala 2011an de di kiryareke terorîstî de bi giranî birîndar bû.
Muayed Teyib yek ji pêşengên helbesta kurmancî ya Başûr tê qebûlkirin. Helbestên wî bo zimanên weke erebî, farisî, îngilîzî, swêdî û tirkî hatine wergerandin. Çendîn vêkolînên akademîk jî li ser helbestên wî hatine amade kirin.
Berhemên wî: Stran û berf û agir, Helbest 1992; Piling dema birsî bibin… mirov dema têr dibin, Helbest, 2012; Keskusor, werger, 2012; Aştî û viyan, helbest bo zarokan, 2009; Me navêt tundûtujî Helbest, 2009; Parzînkê şîr û çîrokan, berhevok bo zarokan, 2010….