Author: Ferzan Şêr

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986an de li gundê Hezyatê yê Biş- êriyê çêbû. Di sala 2010an de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fîzîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li Zanîngeha istanbul Bilgiyê di be a wêjeya Berawirdî de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” kuta kir. Di kovara Ajdayê de ku ji aliyê hin xwendekarên li Enqereyê ve dihat weşandin edîtorî kir. Di sala 2008an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pê baziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê de hatibû organîzekirin xelata yekemîniyê wergirt. Di 2009an de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê hat çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda û Tîroj ê de weşiyan. Niha bi karê rexnegiriya wêjeya kurdî ve eleqedar e û li Stenbolê Zanîngeha Mimar Sinanê beşa sosyolojiyê de xwendevanê doktorayê ye. email: ferzansheer@hotmail.com

Puxte: Ji ber ku Psîkanalîz tiyorî û pratîka ilma xwe li ser vegotina mirovan ava kiriye, têkiliya wê û janrên edebî yên xwedî vegotin jî bi awakî misoger xurt e. Ji ber ku janrên edebî yên xwedî vegotin bi zanîna nivîskaran an na, xwestine ku kûrahiya derûniyên lehengên xwe jî vebibêjin û dest nîşan bikin, bêguman karekî psîkanalîtîk jî kirine. Di çîroka Hesenê Metê ya bi navê “Pêsîra Dayê” de em vê zewaca psîkanalîz û vegotinê dibînin. Him hêmanên psîkanalîzê him jî yên pêşkêşkirina vegotina piralî û curbecur in. Di çîroka “Pêsîra Dayê” de li ser objeya memikê, em kûrahiya…

Read More

Puxte: Jiyan bi hemû hêlên xwe ji kozmosa mezin heya ên herî mîkro/atomîk ji aliyê mêran ve wekî qada mêran, kozmosa mêran hatiye pênasekirin. Ne tenê kozmos, tiştên teolojîk û metafîzîk jî wiha ne. Jiyan, madeyî û maneyî, jiyaneke fallîk e. Edebiyat jî, helbest jî ji vê pênasê ne bêpar in. Helbesta kurdî yekcar wiha ye. Di helbesta kurdî de Nahîd Huseynî bi amûrên xwe yên hunerî vê bandora m/nêrbûnê şikandiye. Bi tekaneyîbûnê re takbûnê, bi oxymoronê re dualîbûna hişk (jin û mêr) ko û nerm kiriye û ya dawî jî bi xwendina mîtan re jî ne ku dîroka jinan…

Read More

Puxte: Di romana Sobartoyê de du xetên sereke hene. Yek jê Silêman e, a din jî Belqîsê ye. Yên mayîn jî navbera wê xetê dadigrin. Silêman wekî kirdeya sereke ya romanê, çarenûsa Kurdistanê wekî netewe temsîl dike; Belqîs jî çarenûsa Kurdistanê ya organîk/erdnîgarî û welatî (wetanî) temsîl dike. Belqîsê objeya arezûyê ya Silêman e ku tu carî bi dest nabe. Çûna ber bi bidestxistina Belqîs ve rêwitiyeke rastî-xeyalî ya ber bi mirinê ve ye. Di encama vê çûnê de dertê holê ku Belqîsê li kerxaneyê li benda xerîdaran e, yanî erdnîgariya Kurdistanê têk çûye, bûye milkê “hinekan” û xwediyê “milkê(!)”…

Read More

Puxte: Serboriya mirovan di zikê dayikan de weke ku di nav hewzekî de be dest pê dike. Ew hewz di heman demê de hewza hêmayan e, çi dîtbarî çi jî gotinî. Derûniya mirovan ji dîtbarî ber bi gotinî ve dimeşe. Lê helbestvan wekî afirînerên hêmayan ji gotinan hêma diafirînin. Di helbestê de du hewzên di nav hev de, girêdayiyê hev hene; yek ji wan hewza herêmî ye, a din jî cîhanî ye. Hêmayên baş ên her du hewzan jî tevlî hev dibin, ên ne baş jî dikevin bin hewzê, bi demê re wenda dibin. Hêmayên mayînde têkiliya di navbera hêmaçêkeran…

Read More

Puxte: Pirsa “gelo jêrdest li ser çi diaxivin?” ji sê hêmayên nîqaşdar pêktê; axaftin, guhdarîkirin û wateya di encama têkiliya axaftin û guhdarkirinê de. Piranî gotinên li ser jêrdestan li derdora xala axaftinê digerin. Xala guhdarkirinê jî kêmzêde wekî îtirazek li hemberî wê radibe. Lê xala wateyê li paş wan maye, girîngî pê nehatiye dayîn. Li derdora têgeha nasnameyê dema mirov li hêmayên Ahmed Arif’ê jêrdest (esmer, kurd, ji çîna jêrîn) û ingrid Jonker’a serdest (spî, efrîkaner, ji çîna jorîn) dide ber hev dibîne ku a girîng ji dêvla nav û şanenav xwediyê gotin û guhdarê, wateya axaftinê ye.

Read More

Di teoriya wêjeyê de Major û Mînorî ji wateya peyvên xwe yên mîna me- zinbûn û biçûkbûnê dertên, lê wateya serdestî û bindestiyê jî li xwe dikin. Helbet hiyerarşiyeke bi vî rengî di nav zimanan de nîne, qet nebe di ziman- nasiyê de haya min ji tiştekî wiha nîne. Lê di bikaranîna zimên de hinek ziman ji yên din berfirehtir in. Di encama kolonyalîzmê de gelek zimanên dewletên cîhana yekemîn (îngilîzî, îspanyolî, portekîzî, hwd.) di gelek wa- ran de cihê zimanên niştecihan girtine û bûne majorên wan. Mesele ne tenê kesên ku bi wî zimanî dipeyivin e jî. Di gelek…

Read More