Puxte: Jiyan bi hemû hêlên xwe ji kozmosa mezin heya ên herî mîkro/atomîk ji aliyê mêran ve wekî qada mêran, kozmosa mêran hatiye pênasekirin. Ne tenê kozmos, tiştên teolojîk û metafîzîk jî wiha ne. Jiyan, madeyî û maneyî, jiyaneke fallîk e. Edebiyat jî, helbest jî ji vê pênasê ne bêpar in. Helbesta kurdî yekcar wiha ye. Di helbesta kurdî de Nahîd Huseynî bi amûrên xwe yên hunerî vê bandora m/nêrbûnê şikandiye. Bi tekaneyîbûnê re takbûnê, bi oxymoronê re dualîbûna hişk (jin û mêr) ko û nerm kiriye û ya dawî jî bi xwendina mîtan re jî ne ku dîroka jinan nivisandiye, veqetandeka “dîroka mêran” ji peyva “mêran” paqij kiriye.
Peyvên sereke: semiyotîk, tekaneyî, oxymoron, helbesta femînîst, hêmayî.