Puxte: Ji ber ku Psîkanalîz tiyorî û pratîka ilma xwe li ser vegotina mirovan ava kiriye, têkiliya wê û janrên edebî yên xwedî vegotin jî bi awakî misoger xurt e. Ji ber ku janrên edebî yên xwedî vegotin bi zanîna nivîskaran an na, xwestine ku kûrahiya derûniyên lehengên xwe jî vebibêjin û dest nîşan bikin, bêguman karekî psîkanalîtîk jî kirine. Di çîroka Hesenê Metê ya bi navê “Pêsîra Dayê” de em vê zewaca psîkanalîz û vegotinê dibînin. Him hêmanên psîkanalîzê him jî yên pêşkêşkirina vegotina piralî û curbecur in. Di çîroka “Pêsîra Dayê” de li ser objeya memikê, em kûrahiya rêwitiya derhişîn ya lehengê dibînin ku ji erebeyê ber bi bakur ve; ji xewnan ber bi seansên psîkanalîzê de diçe. Ji daxwaza xwekuştinê, ber bi dermankirinê ve em dibînin ku çawa memikê nebaş ya zaroktiyê bi bûyerekê re, derdikeve rûyê hişmendiyê û ji hêla derûniyê ve zilamekî vediguherîne zarokekî berşîr.
Peyvên sereke: Travmaya zayînê, tiyoriya têkiliya objeyan, objeya şûngir, Hesenê Metê, ajoya mirinê