Di teoriya wêjeyê de Major û Mînorî ji wateya peyvên xwe yên mîna me- zinbûn û biçûkbûnê dertên, lê wateya serdestî û bindestiyê jî li xwe dikin. Helbet hiyerarşiyeke bi vî rengî di nav zimanan de nîne, qet nebe di ziman- nasiyê de haya min ji tiştekî wiha nîne. Lê di bikaranîna zimên de hinek ziman ji yên din berfirehtir in. Di encama kolonyalîzmê de gelek zimanên dewletên cîhana yekemîn (îngilîzî, îspanyolî, portekîzî, hwd.) di gelek wa- ran de cihê zimanên niştecihan girtine û bûne majorên wan. Mesele ne tenê kesên ku bi wî zimanî dipeyivin e jî. Di gelek qadan de serdestiya îngilîzî heye, di nav dîrokê de demeke dirêj Fransî wiha bû. Îcar meseleya majorî û mînoriyê bêtir di nav çandên hevbeş, ango di erdnîgariyên hevbeş ên zima- nan de dest pê dike.Ji bo ku mirov behsa majorî û mînoriyê bike divê raste- rast zimanên major û mînor li ber kesan alternatîfê hev bin. Li gor vê tespîtê îngilîzî û tirkî ji bo tirkên li Tirkiyê ne di vê têkiliyê de ne. Belkî ji bo tirkên li Elmanyayê em dikarin vê bibêjin. Li Tirkiyeyê tirkî û zimanên din di nav vê têkiliyê de ne; tirkî û kurdî, tirkî û ermenkî, tirkî û erebî major û mînorên hev in. Û ji vê jêderkê mirov fahm dike ku têkiliya majorî û mînorî ji wan kesên bi du zimanî, ango ji bo wan kesên zimanên wan di nav qada dewletekê de “hindik” e an jî tuneye, tê sazkirin. Ji bo tirkekî li Almanyayê tirkî zimanekî mînor e, lê tirkî li Tirkiyeyê ji bo kurdekî zimanekî major e….
Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan, di sala 1986an de li gundê Hezyatê yê Biş- êriyê çêbû. Di sala 2010an de Zanîngeha Hacettepeyê beşa “Kewandina Fîzîkî û Rehabilîtasyon”ê qedand. Li Zanîngeha istanbul Bilgiyê di be a wêjeya Berawirdî de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî)” kuta kir. Di kovara Ajdayê de ku ji aliyê hin xwendekarên li Enqereyê ve dihat weşandin edîtorî kir. Di sala 2008an de çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pê baziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên “Tîroj” û “Evrensel Kültür”ê de hatibû organîzekirin xelata yekemîniyê wergirt. Di 2009an de berhema wî ya ewil Otopsiya Berbejnekê hat çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda û Tîroj ê de weşiyan. Niha bi karê rexnegiriya wêjeya kurdî ve eleqedar e û li Stenbolê Zanîngeha Mimar Sinanê beşa sosyolojiyê de xwendevanê doktorayê ye. email: ferzansheer@hotmail.com