Pênasekirina Neteweyê: Li Tirkîyê di 1990an de Dîroknûsîya Kurdî
KONRAD HIRSCHLER
JI ÎNG.: YUSIV HEMED
Mijara vê gotarê li Tirkîyê di salên ‘90an de dîroknûsîya Kurdî ye û bi taybetî jî ka ew çawa nasnameya neteweyî ya Kurdî ava û pênase dike û ji nû ve dixebitîne.[1] Ligel ku li ber hebûna dewleteke navendî li ser pêwendîya dîroknûsîn û nasnameya neteweyî ya Kurdî çend xebat hene, tevgera neteweyî ya Kurdî nebûye mijara lêpirsîneke wiha.[2] Çavkanîyên ku hatine bikaranîn gotarên tekane rojnameya Kurd a bi rojane ye ku Ii Tirkîyê û qismen jî li Almanyayê (Ozgur Gundem-Rojeva Azad û peyrewên wê) tê weşandin ku ew jî heta niha nebûye mijara lêkolînê. Bi rîya bikaranîna van çavkanîyan ez ê nîşan bidim ku dîroka neteweyî ya Kurd di nav Kurdên rewşenbîr de bûye babeta nîqaşeke mezin. Li ser bingeha tehlîla vê nîqaşê, ez ê van argûmanan derxînim pêş: (i) cihê dîskursîv ê vê dîroknûsînê bi awayekî sereke ji alîyê rabêja neteweyî ya Tirk ve hatîye dîyarkirin di versîyona xwe ya navdar de, û (ii) di nav civaka Kurda de nasname bi awayekî sereke li tebeqeya bingehîn a etnîsîteyê ava bûbû, ku demên berê xwe dispart ser ol û çînan. […]