Zeynel Doğan wek sînemagerekî ku li Amedê dest bi sînemayê kiriye,
berhem afirandine û niha li şaredariyê di beşa sînemayê de dixebite û
wek endamekî lijneya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn li Amedê
yek ji berpirsên pêşîn ê kar û xebatên warê sînemayê de ye. Lewma
nêrînên wî û tiştên wê ji me re bêje, bo me girîng bû û lazim bû pê re
hevpeyvînek dirêj bihata çêkirin. Me bi giştî derbarê sînemaya kurdî de
pê re sohbeteke dûr û dirêj kir.
– Tu yek ji endamên lijneya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn î. Tu dikarî
hinek qala xebatên akademiyê bikî û niha ciyê wê çi ye di sînemaya kurdî de?
– Akademiya Rojhilata Navîn wek navendekê ye ji bo xebatên sînemayê li bakur. Ji
ber ku niha li cîhanê sînema gelek pêş ketiye û gelek berhemên sînemayê derdikevin.
Kurd jî wisa difikirin, dibêjin eger ku em çîrokên xwe bi awayekî dîtbar nîşan nedin,
ev çîrok dimrin diçin, winda dibin û derdê me heye, gelek problemên me jî hene,
xema me heye ji bona vê em ê serê xwe bi van biêşînin. A din jî çêkirina fîlman, tiştên
dîtbar ji bo me muhîm in…..