Puxte: Di tevahiya vê nivîsê de me projektorên xwe dan ser aliyê Yılmaz Güney
î kurd di nav jiyana wî ya mirovî, hunerî û siyasî de. Ji ber ku ev aliyê wî ew
alî ye ku her ji ber çavan tê veşartin, piçûk tê dîtin, tê îhmalkirin û jê tê tirsîn.
Aliyê wî yê kurd wek hunermendekî navdarê di çapana cîhanê de ew alî ye
ku divê aliyê herî dawî be. Ji ber ku di vegotina fermî de kurd nîne. Yılmaz, ji
dema ku ew bûye xwedî hişmendiyekê û bi şûn de, bi tevî li nasnameya xwe
xwedî derketin, bi huner û siyaseta xwe gelek alîkariya cihgirtina kurdan di
rojevê de kiriye. Ji ber vê ye ku piraniya sînemagerên ciwan Yılmaz Güney
ji xwe re wek pêşeng û paşxane dibînin, û lewma ew ji bo sînemaya kurdî
dikare wek destpêk bê qebûlkirin.
Peyvên sereke: Yılmaz Güney, kurdbûn, fîlmên Güney, siyaset, kurd.