Puxte: Li Tirkiyeyê di çend salên dawî de, “sînemaya kurdî” wek yekane kirdeya
rabêjî peyda bûye. Piştî û di nav hewlên lihevcivandina hilberîna kurdan
a çandî ya li diyasporayê, rewşenbîrên kurd cehd kirin naveroka sînemaya
kurdî pênase bikin û çarçoveya wê diyar bikin wek çarçoveya beralîkirina hilberîn
û pêşwazîkirina fîlmên ku kurd çêdikin û derheqê wan de tên çêkirin.
Di vê gotara min de, gotina min sêparçeyî ye. A yekem, sînemaya kurdî li
warê neteweborî (transnational) wek sînemayeke neteweyî peyda bûye. A
duyem, wek hemû deqên medyayê, fîlmên kurdî jî di rabêjê de tên neteweyîkirin.
A sêyem, stratejiyên ragihandinî ku bo neteweyîkirina sînemaya kurdî
tên bikaranîn divê him di nav peywenda hêzên dîrokî yên neteweperweriya
tirkî de û him li hember zemîna siyaseta hevdem a Tirkiyeyê, bi taybetî rabêj
û siyasetên dewleta tirk ên derheqê kurdan de, bên dîtin. Daneyên empîrîk
ên bo vê gotarê ji lêkolîna etnografîk a li Tirkiye û Ewropayê ku di navbera
2009-2012yan de hatiye kirin, hatine peydakirin.