Puxte: Piştî Şerê Kendavê (Gulf War), Kurdan hikumeteke de fakto ava kir û di Tîrmeha 1992an de jî yekem kabîneya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) damezrand. Wezareta Perwerdeyê li gel zêdekirina çavkanîyên insanî û madî, misoger kir ku zimanê Kurdî jî di hemû astan de bike zimanê perwerdeyê. Lê belê hîn jî di pergala perwerdeya Kurdistana Başur de kêmasî û pirsgirêk hebûn; ev tekane-rewş bo veberhênana (investing) şîrketeke perwerdeyî ya taybet wexta herî guncaw bû. Di 1994an de, Enstîtûya Perwerdeyê ya Fezalar li Hewlêrê bi vekirina Koleja Işikê dest bi fealîyetên xwe yên perwerdeyî kir û ta 2016an sî dibistanên girêdayî tevgera Gulenî û zankoya Işikê li Herêma Kurdistanê ava kirin. Di nav raya giştî de ev enstîtûyên perwerdeyî yên taybet wek Dibistanên Tirkî tên zanîn; ji ber standarda bilind a perwerdeya xwe, belavbûna wan a li HKê bi zû çêbû ligel heqê bilindtir a xwendinê. Ev lêkolîn pêwendîya di navbera bîrdozîya perwerdeyî ya Tevgera Gulenî (Tevgera Xizmetê) û rola wan a di pergala perwerdeyî ya Herêma Kurdistanê ya nû de wê vekole. Bi rêya nîşandanê ka bê çawa bîrdozîya Tevgera Gulenî ya Tirk-Îslamî bi karnameya (curriculum) xwe ya vekirî û veşartî wê bandorê li ser xwendevanan bike, ez îdîa dikim ku armancên hizrî yên van dibistanan bi karnameyeke modern a neteqez (imprecise) ve tên teqwîyekirin ku ev dibe sedema hebûna helwesta ehlaqî ya konservatîf, nêrîna zanistî ya bêyî gumandarî û struktûra perwerdeyî ya neadil.
Peyvên sereke: dibistanên Gulenî, Başurê Kurdistanê, Tevgera Gulenî, Karnameya Veşartî