Puxte: Piştî Şerê Kendavê (Gulf War), Kurdan hikumeteke de fakto ava kir û di Tîrmeha 1992an de jî yekem kabîneya Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) damezrand. Wezareta Perwerdeyê li gel zêdekirina çavkanîyên insanî û madî, misoger kir ku zimanê Kurdî jî di hemû astan de bike zimanê perwerdeyê. Lê belê hîn jî di pergala perwerdeya Kurdistana Başur de kêmasî û pirsgirêk hebûn; ev tekane-rewş bo veberhênana (investing) şîrketeke perwerdeyî ya taybet wexta herî guncaw bû. Di 1994an de, Enstîtûya Perwerdeyê ya Fezalar li Hewlêrê bi vekirina Koleja Işikê dest bi fealîyetên xwe yên perwerdeyî kir û ta 2016an sî dibistanên…