Di eslê xwe de, armanca dîn ji xizmeta milet pê ve ne tiştek e.
– Abdulmelik Fırat
Bedîuzzeman Seîd Kurdî an Nûrsî (1876-1960) melayekî Kurd bû ku gelek tişt nivîsandîne. Nûrsî di medreseyên cuda de perwerde bûye û bi civata Kurd re jî têkilîyên wî nêz hebûn. Jîyana wî ya pêş-sirgunîyê nîşaneyek din e ku etno-neteweperwerî çawa bandor dike li ser şîroveya yekî ya dînî. Nûrsî alîgirekî heweskar ê meşrûtîyetê, neyarekî tûj ê dewleta Hemîdî û berîya sirgûna wî ya sala 1925a di sîyaseta Kurd de şexsîyetêkî çalak bû. Berhemên wî bi gelek awayî, tirs, endîşe û tevlihevîya pêşengên dînî yê wê dewrê dest nîşan dikin. Nivîsên Bedîuzeman ên pêş-sirgunîyê (1907-1925) sê meylên sereke ku piranî tevkarîya fikrên wî kirine raber dike: a) geşbûna neteweperwerîya Kurd; b) Meşrûtîyeta Osmanî û sîyaseta dij-Hemîdî; û c) di fikrîyata Îslamî de zêdebûna tevhevbûna dîn û neteweperwerîyê.