Berengarî Barî Baw
AZAD HACI AQAYÎ
Puxte: Di dîroka akademisyenên cihanê de pir kêm kes hene ku jîyana van mînakek ji berpirsyarî li hemberi bê edaleti û dagirkarî û dilsojî ji bo buha û nirxên mirovahîyê de di derveyi eyarên etnîk û olî de ne. Lewma di nava Kurdan de, kesatîyên bi wî rengî heger hebin jî, hejmara wan ne zêde ye. Tekezkirin li ser vê mijari ne dijwar e ku Emir Hesenpur mîna kesatîyek polihistor û berpirs, xala pêk gehiştina têorî û pratîk bûye. Bi wê wateyî ku çawa difikirî bi wî away jî dijîya. Bi vê bawerîyê ku Hesenpur mîna merivekî polyhistor, di pir alîyên zanistî da xebat kirîye û di qada jîyanê jî da mîna şorişgerek derketîye, di vi nivisê de hinek alîyên hizrî û cihanbînîya Hesenpur dête şîrovekirin.
Peyvên sereke: Emîr Hesenpûr, Jan Patoçka, berpirsyarî, jin, Kurd, neteweperwerî