“Roman û Çîrok ji bilî Xeyal û Hafizeyan ne yên ti Derê ne”
Hevpeyvîn Ligel Ciwanmerd Kulek li ser 20:39
OMER FARUK BARAN
Ciwanmerd Kulek ji sala 2007a ve, ku yekem romana wî Otobês derketîye, heta niha her tim geh bi romanên xwe, geh bi wergerên xwe yî ji sê zimanan (Îngilîzî, Spanyolî, Tirkî) geh bi çîrokên xwe geh bi nivîs û hevpeyvînên xwe yî di rojnameya BasNews-Kurdî de, di di qadên cuda de derketîye pêş xwînerên Kurdî. Omer Faruk Baran bo vê hejmarê me neşikand û bi yek ji çalaktirîn nivîskarê Kurdî Ciwanmerd Kulek re li ser romana wî 20:39 peyivî. Wek kovara Zarema bo vê tevkarîya wî, em ji Omer Faruk Baran re spasdar in. Bo Ciwanmerd Kulek jî em dibêjin mala te ava, siheta te xweş be û berhemdarîya te her daîm be.
20:39 li Stenbolê derbaz dibe, loma em jî dîrekt ji gund û bajêr dest pê bikin. Xelk ji vê nîqaşê xilas bûne hinekî lê li cem me hîn dewam dike: Romana Kurmancî êdî dikare bi awayekî serbest bajêr bide ber xwe û here yan tevî hin hewildan hene jî nola zimên hîn î li gund e? […]