Dizî bi eslê xwe tiştekî çawa ye? Kî ye diz, kî ji ku tiştekî bidize em jê re dibêjin dizî? Diz dizê kê ye? Aya armanc e ya ku bingeha têgehan diyar dike an nêt e ku bexta kiraran zelal dike? Aaron Swartz, gava ku xwe li odeyekê dikuje agira van pirsan carerk din hat dadan. Ev çîrok çîroka wî ye.
Li kurikekî bifikirin, bi emrê xwe yê 26 salî darqîtkekê dixe pergala înternetê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li heman kurikê bifikirin ku hê di 3 saliya xwe de bi tena serê xwe hînî xwendin û nivîsinê bûye.
Eynî kurik hê nebûye 13 salî lê belê bi navê theinfo.com sîteyeke înternetê çêdike. Di vê sîteyê de kî agahiyeke çawa bixwaze dikare li ser mijarekê zêde bike û gel jê sûd werbigre. Ji cîkî nas tê ne wisa? Lê na, wikipedia hêj li holê tune ye di wan çaxan de. Sal 2001 û Aaron vêga 15 salî ye, kompîtir û înternet êdî tiştên her giranbûha ne di jiyana wî de. Tu dibînî geh ji bo konferansekê lê dixe diçe bajarekî dûr û ber, geh li mala xwe ye û bi saetan dikeve pey fikr û zikrên nû yên alema rawêjî…..