Ev gotar ceribînek e derbarê netewe, neteweperwerî û etnîsîteyê de ku du sed salên dawî de sosyolojî, siyaset û antropolojiyê de yek ji wan babetan e ku zêdetirîn tên nîqaşkirin. Nîqaşên li ser têgeha neteweyê li seransera dinyayê hê jî bi heraret dewam dikin.
“Babeta bingehîn a felsefeyê endustrîbûn ne lê neteweperwerî ye; makîneya dûkelê û computer ne lê netewe ye.” (Nairn, 2015)
Wê zêde ne şaş be ger mirov bêje li Tirkiyeyê lê bi taybetî di nav kurdan de derbarê van mijaran de sergêjiyeke zihnî heye. Wek mînak kurd ji aliyekî ve nehewcetiya dewletê diparêzin lê li aliyê din pir bi hewes hewl didin şaşî an kêmasiyên dewletên serwer rast bikin. Di mînakeke din de kurd di her firsetê de dibêjin tu derdê wan bi ala neteweyeke din re tuneye lê diyar e derdê wan bi ala wan re heye. Di her wesîle û nîqaşê de dupat dikin ku ew ne neteweperwer in. Gelek caran em nikarin xwe rizgar bikin ji paradîgma û teoriyên ku dinya me ya zihnî dorpêç dikin û pirsa bikin. Bi taybetî raveya zanistî ya di warê sêbareya netewe, etnîsîte ango dewletê de carbicar dikare bê veguhestin bo zanîna îdeolojîk û taliya talî hegemonyayeke îdeolojîk. Em dibînin di vî warî de bi taybetî teoriyên Anderson, Gellner û Hobsbawm ji aliyê alîgirên wan ve li bazarê baş tên firotin. Ji ber ku olîgarşiya fikrî ya navenda serwer, wek zanîngeh û çapamenî van fikran di piyasayê de di tedawulê de dihêlin. Lêbelê xebatên payeberz ên Anthony D. Smith, digel ku ev paradîgma û hegemonyaya teorîk hejandin jî, ji ber ku ji aliyên etnîsîteyan, ku ji ew amrazên navborî yên tehequmê bêpar in, ne bazarkarîkirina wan em dikarin îdia bikin têr nehatin xwendin jî. Ji ber vê, Anderson bi rêwresmeke muhteşem hat veşartin û Smith jî bi rêwresmeke sade hat veşartin…..