Puxte
Mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê mûhîmtirîn mesnewiyek edebiyata klasîk a Rojhilatî ye. Ev mesnewî bi mijara xwe ya estetîk û dramayî ketiye nav edebiyatên Rojhilatî û di edebiyatên cuda cuda de ji aliyê mesnewînivîsên cuda cuda ve hatiye nivîsandin. Ji vî aliyî ve mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê ji bo nivîsandina mesnewiyan bûye wekî arketîpekê. Şêx Mihemed Can û Harisê Bedlîsî (Adak 258-9) jî ev çîrok di edebiyata Kurdî de bi şiklê mesnewiyan nivîsîne. Can şairek edebiyata kurdî ya klasîk a kurmancî ye ku mesnewiya xwe bi zaravayê kurmancî nivîsîye. Can ji ber ku şairekî sedsala dawiya edebiyata klasîk de jiyaye aliyê wî yê mesnewînivîsînê li gorî dema wî lazim e bête nirxandin lewra taybetmendiyên dema şairî di uslûba wî de diyar dibin. Mebesta me ew e em di vê xebata xwe de li ser vê mesnewiyê bisekinin û mesnewiyê bi awayekî akademîk ji aliyê mijar, qadroya şexsan, dem û cih, sebebê nezma kitêb, motîf, eşqa Uzrî, têkiliyên evînî, ziman û şewaz û navbermetnaniyê ve binirxînin.
Peyvên Sereke: Leyl û Mecnûn, Şêx Mihemed Can, Analîz, Îzah, Mesnewî