Puxte: Di gotara beriya vê “Reflections on Sharaf Khans Autobiography” de (Fikrên Derbarê Otobiyografiya Şerefxan de), me hewl da cimaeta akademîk qanih bikin ku 1012/1603-04, dîroka qebûlkirî ya mirina Şerefxan, red bikin.[1] Em vê nêrîna xwe dispêrin çend belgeyên osmanî û ermenî yên neçapkirî ku em li gor van texmîn dikin ku dîroka mirina Şerefxan demeke di navbera 1007/1603-04 û destpêka 1010/1601-02 de ye. Tê îdiakirin ku ihtimal e sedema mirina wî kuştin bû. Dema ev gotar di çapê de bû jî em li hin belgeyan rast hatin ku berê nehatin ferqkirin û hêja ye bên hesibandin. Wek babet bo mirina Şerefxan bêtir belge hene ku beriya gihiştina encamên saxlem divê mirov gelek bi îhtiyat nêz bibe. Li aliyê din, di gotara me de referansên bo mirina Şerefxan heta radeyekê kurt in û me jî bi kêfxweşî ji vê derfetê îstifade kir ku em hin hûrgiliyên nû bidin. Ev gotar ji du beşan pêk tê, (i) hin agahiyên sereke yên derbarê mirina Şerefxan û (ii) transkrîpsiyon û wergera îngilîzî ya hin belgeyên nû derbarê mirina wî de, ku wek îlaweyekê xuya dike bo nivîsa me ya beriya vê.
Peyvên sereke: Şerefxan, Şerefname, Kurdistan, mirin, dîroka Kurdistanê, kurd