Puxte: Sala 2016 sedemîn salvegera peymana Sykes-Picot e ku sed sal berê Kurdistan kiribû çar parçe.Sed sal şûn de digel ku Sykes-Picot tu hukmê wê nemaye û derfetên dizayneke nû li ber deriyê Kurdan e, gelo Kurd çiqas amade ne berê qedera xwe biguherînin? Ger em ji bo Bakurê Kurdistanê bipeyivin, digel ku kurd ev ji sî salî zêdetir şer dikin, ji aliyê epîstemolojîk û siyasî ve ne amade ne qedera bi Sykes-Picot hatibû xêzkirin berovajî bikin. Giranî û nîqaş her dem li ser şerê çekdar bûye. Ji ber ku ji bo rizgarkirina bîr û hişmendiya civakê ku bi salan e di bin mêtingeriyê de serobino û tevlihev bûye, zêde xebat nehatiye kirin, armanca vî şerî jî her diçe bêtir xumamî dibe. Ji bo em karibin li qedera xwe xwedî derkevin û bikaribin pêşeroja xwe saz bikin, bo kurdan ji tirkan û Tirkiyeyê veqetandineke epîstemolojîk divê. Bi vî awayî kurd dikarin xwetiya xwe û nasnameya xwe ya neteweyî saz bikin.
Peyvên sereke: Steve Biko, Zihna reş, veqetîna epîstemolojîk, kurd, neteweyî.