Puxte: Di destpêka vê nivîsê de behsa pêkhatina sînemaya neteweyî tê kirin. Sînemaya Kurdî ji ber ku di wê sedsalê de pêk nehatiye, Kurdistan welatekî parçekirî û dagirkirî ye, Kurd li gelek welatên cihê belav bûne, ji hin taybetmendiyên
sînemaya neteweyî dûr mane. Di vê nivîsê de behsa wan taybetmendiyan tê kirin û li xalên hevpar ên sînemaya Kurdî tên vekolandin. Mijara fîlmên Kurdî yek ji xalên sereke yên hevpar ên sînemaya Kurdî ne û mijara berhemên sînemaya Kurdî dişibin hev. Ji ber vê jî du fîlmên derhênerên parçeyên cihê yên Kurdistanê ango fîlma Sirte Legel Ba ya Şehram Elîdî û fîlma Dengê Bavê Min a Orhan Eskikoy û Zeynel Doğan ji hêla mijarê ve tên hevrûkirin.
Peyvên sereke: sînema, sînemaya kurdî, nivîs, deng, peyv.