“Elbet ez ê xwe bi awayekî teng di nav girêdana civatekê de (partîkularîzm) binax nekim. Lê qet niyeta min tuneye ku ez xwe di rêya gerdûnîtiye- ke xumamî, bêşikl û şemal de jî winda bikim.”
Aimé Césaire
Puxte:
Di pêvajoya mêtinsaziyê de, ligel amûrên şidetê, wêje jî tê de bi zanebûn an bêzanebûn hemû şaxên çandê tên bikaranîn. Di nav civakeke mêtinkirî de jî asayî ye ku wêje û rexneyek dijmêtinger zîl bide. Di wêjeya kurdî de çîroka “Pirça winda” yek ji wan mînakan e ku li dij rabêja mêtinger radibe, wê bero- vajî dike. Ev nivîs bi rêya xwendineke dijmêtinger “Pirça winda” tehlîl dike û nîqaş dike bê çima ew di nav berxwedana deqî de cih digire.
Peyvên sereke: mêtinger, dijmêtingerî, şîdeta epîstemîk, berxwedana deqî, windakirin, xwetî, rastîbîniya fotografîk, rastiya wanekî.