Author: Kamal Soleimani

Doktoraya xwe di 2014an d li Zanîngeha Columbiayê xilas kir. Babetên xebatê wî dîroka îslamî û siyaseta Rojhilata Navîn e: Îran, Iraq, Tirkiye û Kurd. Li Tirkiye li Mêrdînê Zanîngeha Artukluyê û li NewYorkê City Collegeê dersên li ser dîroka Îslamiyetê û Rojhilata Navîn û siyasetê dane. Niha li NewYorkê Queens Collegeê doçentê alîkar e di Lêkolînên Rojhilata Navîn û Xebatên Îslamî de. Pirtûka wî Competing Nationalisms in the Middle East di Pûşbera 2016a de çap bûye. Email: ksoleimani8@gmail.com

Puxte: Ev gotar, di serpêhatîya Âdem an însên a di Qur’ânê de li ser navendîbûna zimên disekine. Têgihiştina têgeha xelîfe di ronîya bidestxistina zimên ji alîyê mirov, derbarê ‘serwerîya sîyasî di Îslamê de’ resmekî ji bin ve cuda pêşkeşî me dike. Ez dibêjim, li ser hîmê serpêhatîya afirandina mirov a di Qur’ânê de, ji nifşên berîya wî cuda, Âdem wek cureyek mirov ku dikare tiştan bi nav bike peyda dibe. Ji ber vê, berovajî ew nêrînên berbelav, Âdem ji wekîlê Xwedê bêtir xelîfeyê mirovên ne-axivêr e. Ez angaşta xwe bi rêya analîzkirina cudahîyên navbera du têgehên sereke, însân û beşer…

Read More

Di eslê xwe de, armanca dîn ji xizmeta milet pê ve ne tiştek e. – Abdulmelik Fırat Bedîuzzeman Seîd Kurdî an Nûrsî (1876-1960) melayekî Kurd bû ku gelek tişt nivîsandîne. Nûrsî di medreseyên cuda de perwerde bûye û bi civata Kurd re jî têkilîyên wî nêz hebûn.  Jîyana wî ya pêş-sirgunîyê nîşaneyek din e ku etno-neteweperwerî çawa bandor dike li ser şîroveya yekî ya dînî. Nûrsî alîgirekî heweskar ê meşrûtîyetê, neyarekî tûj ê dewleta Hemîdî û berîya sirgûna wî ya sala 1925a di sîyaseta Kurd de şexsîyetêkî çalak bû. Berhemên wî bi gelek awayî, tirs, endîşe û tevlihevîya pêşengên dînî…

Read More

Destpêk Di vê nivîsê de, ez li ser çendîn nivîsên nekişifkirî yên rewşenbîrên kurd di rojnameya osmanî Tercüman-ı Hakikatê ya sala 1880 disekinim. Nivîsên rewşenbîrên kurd ên dawiya sedsala 19mîn resmekî îstisnaî yê tirs û hêviyên wan pêşkêşî me dike û her wiha  pencereyekê vedike bo têgihiştina hişmendiya kurdên misilman. Ev nivîs hewldanên rewşenbîrên kurd ên bo dawa hebûna xwe ya esasî (primordial) ya wek neteweyeke cuda bin xêz dikin. Ev nivîsên nadir wek çavkaniyeke yekta xizmetê dikin bo têgihiştina şert û mercên siyasî yên di dewra serhildana Şêx Ubeydulah de…..

Read More